Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna serokên bajaran yên partiya xwe da axivî û wiha got: "Divê her kes encamên vê hilbijartinê baş fehm bike. Em ê muhasebeyê bikin, ji ber vê em hatine cem hev. Em ê him pêşeroja siyaseta Tirkiyeyê, him pêşroja siyasî ya partiya xwe û him jî rola wê ya di vê pozîsyonê da binirxînin. Bi çi awayî were nirxandin û bi çi awayî were nêrîn jî partiya tekane ya Tirkiyeyê AK Partî ye."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da wiha got: "Me li 5 pajaran parlementer dernexist, lê belê mixalefeta sereke ji 37 bajaran parlementer dernexist. Niha divê birêz Kiliçdaroglu hem ji bo rêjeya rayên ku sitand hem jî ji bo qebîliyeta temsîliyetê kumê xwe bide pêşiya xwe û bifikire û li nexşeya welêt mêze bike, heta nexşeyê dayne cihekî ku her tim xanê dike, her tim lê mêze bike. Partiyeke ku li 37 bajaran nayê temsîlkirin nikare bibe xwedî îdiaya îdarekirina welêt."
- "Bêyî AK Partiyê siyaseta Tirkiyeyê ne mimkun e"
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da destnîşan kir ku hin kes dibêjin heyama AK Partiyê qediya û wiha gpt: "Ew kesên ku hin sernavên wek 'Heyama AK Partiyê qediya' dinivîsin bila vê yekê baş bizanibin ku ev tablo nîşan dide ku bêyî AK Partiyê siyaseta Tirkiyeyê ne mimkun e. AK Partî îro jî sibê jî û di dema bê da jî wê rê bide ber siyaseta Tirkiyeyê û bi rê ve bibe."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku em ê tim bi hêvî bin û wiha dewam kir: "Em ê pêbaweriya xwe dewam bikin. Ez naxwazim endamên AK Partiyê li dijî operasyonên psîkolojîk û bêhêvîkirinê bikevin reşbînî û yeîsê. Wê serê me her dem bilind be, lewra pêwîstiya Tirkiyeyê bi kesên wiha heye."
Serokwezîr Davutoglu bal kişand ser hizûr û îstiqrara Tirkiyeyê û wiha xeberda: "Temînata îstiqrar, hizûr û aştiya Tirkiyeyê AK Partî ye. Ji ber vê jî em ê tu alternatîf û îhtimalan li derva nehêlin û li gor realîteya siyasetê çi hewce bike em ê bikin. Min do di televizyonekê da jî got, em deriyan nagirin û deriyên siyasetê vekirî dihêlin. Ji bo gel jî deriyê dilê me vekiriye."
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da der heqê senaryoyên li ser koalîsyonê da wiha got: "Heger AK Partî li derveyî koalîsyonê bimîne ku tiştekî wiha nabe, lê heger wiha bê qebûlkirin, wê Tirkiye ji hêla nijadî û mezhebî va ji hev biqete."