Sevim Hatun
14 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Suleyman Soylu ragihand ku der barê bûyerên di merasima cinazeyê Hatun Tugluka diya parlementera berê Aysel Tuglukê rûdan de, miemeleyên edlî û karûbarên binçavkirinê dan destpêkirin.
Soylu beşdarî merasima xîmavêtina komî ya kampusê ya ku ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve hat amadekirin bû.
Soylu got ku têkoşîna dijî terorê bi biryarî berdewam dike û wiha dewam kir: "Têkoşîna me ya dijî terorê wê bi biryarî berdewam bike lê sedema têkoşîna me ya dijî terorê yek jî yekîtiya milet û dewleta me ye."
Soylu got ku piştî wefatê ji bo karên definkirinê birêkûpêk werin meşandin çi hewce dike hat kirin û wiha pê ve çû: "Bûyerên ku piştî karên definkirinê rûdan em xemgîn kirin. Em piştî bûyeran tevî birêz Waliyê me em çûn ciyê bûyerê. Lê belê wan jî got em nirxandinekê bikin, paşê gotin em dixwazin bibin Tunceliyê. Me jî piştî pêvajoyeke ku 3-4 saet kişand, bûyer nirxand û ji bo merhumeyê bibin Tunceliyê tedbîr sitandin."
Wezîrê Perwerdeyê Îsmet Yilmazê ku beşdarî merasimê bibû got em bûyerên ku qewimîn şermezar dikin.