TBMM
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got ku "Çapemenî nikare cihê rêzikdanîn, daraz û birêvebiriyê bigire, nikare li ser van saziyan efendîtiyê bike. Her kes divê li qada xwe ya eslî de rola xwe ya demokratîk bilîze. Em digel manşetan bûn îqtidar, em ne ji derewên çapemeniyê ditirsin ne jî guh didin nûçeyên derew ên çapemeniyê."
Akdogan di Lijneya Giştî ya TBMMyê de li ser budçeyên Midûriya Giştî ya Enformasyon, Weşan û Çapemeniyê û Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya sala 2015an de axivî.
Akdogan destnîşan kir ku axaftvan piranî li ser azadiya çapemeniyê diaxivin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke hun li rastiyê binêrin li hemû cîhanê têkiliyên siyaset-çapemenî, îqtidar-çapemenî, sermaye-çapemeniyê qadeke bi pirsgirêk e. Em divê vê qadê bi awayekî baş tesîs bikin û ev yek jî ji bo xurtbûna demokrasiyê hewceyiyeke mezin e. Lê belê ji bo vê yekê ne bes e ku hemû bala xwe bidin li ser îqtidarê û balê bikişînin ser wî û kirinên wî nîşan bidin. Divê di heman demê de li ser çapemeniyê jî bisekinin, rewşa çapemeniyê analîz bikin û li ser têkiliya muxalefet û çapemeniyê jî hûr bin. Heke em qala têkiliya çapemenî û îqtidarê bikin, ji ber ku ez wisa bawer dikim ku divê analîza çapemeniyê jî bê kirin û hinek jî rexneya çapemeniyê bê kirin. Amûra çapemeniyê bi xwe parçeyeke demokrasiyê nîne; mîsyona ku ketiye ser milê weşan û çapemeniyê, rola ku dilîze, wateya wê û naveroka wê bi demokrasiyê re eleqedar e. Di dema derbeyê de jî çapemenî bi xwe dikare roleke antî demokratîk bilîze.
Geşedanên teknolojîk di qada çapemeniyê de bû sedemê guherîneke gelek mezin. Lê gelo ka fikr û nêrîn guherîn an jî çiqas guherîn? Berê siyaset bi parametreyên şerê sar dihat kirin. Siyaseta ku di bin siya çekan, ciyawaziyên îdeolojîk û nêrînên werîstiyê dihat kirin, hemû ewlehiya xwe winda kiribû û nedikariya ku rabe li ser piyan. Saziya siyasetê di van demên dawîn de gelek pêş ket. Lê belê çapemenî hê jî bi heman parametreyan tevdigere. Çapemeniya ku di bin siya çekan de manşetên xwe diavêtin, piştgirî didan derbeyan û nêrînên werasetê, xwe wek bultenên rejimên 27ê gulanê, 12ê îlonê û 28ê sibatê bi cî kir, di 27ê nîsanê de jî di 17ê kanûna pêşîn de jî nekarî ku ji vê rewşa xwe xilas bibe. Nêrîna çapemeniyê ya ku manşetên şer diavêjin, li hember îqtidara hilbijartî seferberiyê îlan dike, avakirin û hilweşandina hikûmetan wek fonksiyona xwe ya eslî dibîne, hem zirar dida demokrasiyê hem jî dirûşmeyên demokrasiyê berz dikirin. Rola çapemeniyê ya di derbeyên postmodern de, kesên ku wan bi xwe ev rol lîstin di pirtûkên xwe de ev îtiraf kirin û lêborîna xwe xwestin. Nêrîna ku weşangeriyê û muhendîsiya siyasetê tevî hev dikin ketin nav xeletiyek wisa ku jê bawer kirin ku dê dahatûya welêt diyar bikin. Andiçên ku der barê xebatkarên çapemeniyê de hatin amadekirin, nûçeyên derew, raseriyên sûîqastê yên îtibarê di bin çavdêriya çapemeniyê de carinan jî bi hevkariya wan a sûcê hat kirin. Manşetên wekî "Ma hûn di ferqa xetereyê de ne," "Serbazên ciwan aciz in", "411 dest ji bo kaosê rabûn" manşetên "Nikare bibe muxtar jî". Ev hemû wekî rûreşiyekê ketin dîroka çapemeniyê."
"Azadiya çapemeniyê tenê bi exlaqa çapemeniyê re dibe xwediyê wateyekê"
Alîkarê Serokwezîr Akdogan destnîşan kir ku azadiya çapemeniyê tenê bi exlaqa çapemeniyê re dibe xwediyê wateyekê.
Akdogan destnîşan kir ku di rewşeke ku exlaqa çapemeniyê tê binpêkirin de azadiya çapemeniyê pêş nakeve û Prensîbên Pîşeya Çapemeniyê ya Konseya Çapemeniyê ya ku Parlementerê CHPyê yê Stenbolê Oktay Ekşî demek dirêj serokatiya wê kir, xwend.
-"Em nahêlin ku tu rêxistin tehdeyê li tu aliyê bike"
Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got ku "Em nahêlin ku vir tu rêxistin tehdeyê li tu welatiyê me û li tu aliyê bike."
Akdogan got ku rapora Freedom House bi awayekî yek alî hat amadekirin û bi agahiyên kêm hatiye amadekirin û objektîf nîne.
-jimara nûçeyên Buroya Parlementoyê ya AAyê
Akdogan li ser mijara di pêvajoya Serokomariyê de li TRTyê çiqas cî dan namzedan de jî axivî û got ku "Di pêvajoya namzediya serokomariyê de 41 çalakî û bernameyên Birêz Erdogan çêbûne, bûne xeber; yên Birêz Îhsanoglu 47. Dema serokên giştî yên din dikevin ser ên Birêz Erdogan 41, ên namzedên din û serokên giştî yên ku piştgirî didin 80 bû."
Alîkarê Serokwezîr Akdogan der barê belavbûna nûçeyên partiyan ên ku Buroya Parlementoyê ya AAyê çêkirin de jî agahî dan û wiha axivî: "Di sala 2013an de li gor partiyan belavbûn wiha ye; CHP hezar û 586, MHP 908, AK Partî 892, BDP 639. Di navbera 1ê kanûna paşîn û 30yê sermaweza 2014an de ên CHPê hezar û 352, MHP 692, AK Partî 645, HDP 435 e."
Akdogan diyar kir ku di maweya hilbijartina serokomariyê de ji bo 5 qenalên cuda yên TRTyê bi tevahî 24 raporên nirxandinê hatin amadekirin û pêşkêşî LBHyê kirin û wiha axivî: LBH di encama van tespîtan de carek cezaya hişyariyê daye TRT haberê, carek cezaya hişyariyê 6 caran jî cezaya rawestandina weşanê daye qenala TRT Turk. Bi van cezayan bi tevahî 25 cezayên rawestandina bernameyan dan TRTyê."
-"Ez rast nabînim ku her dem cezayan bidin"
Alîkarê Serokwezîr Akdogan diyar kir ku rast nabîne ku her dem cezayê bidin qenalên televîzyonên taybet û got ku "Heke hûn bibêjin 'Em televîzyonan ji van cezayan xilas bikin' dibe ku vir xebateke hevpar bê kirin. Heke Destûra Bingehîn be, Destûra Bingehîn, qanûn be qanûn dibe ku guherîn bên kirin."