ŞANLIURFA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya bernameya xwe ya gerê de li Şanlıurfayê bû. Kiliçdaroglu bi pêşeniya mîhmandarekî li Gola Xelîl Îbrahîm û derdora wê geriya û ji bo mesiyan êm avêt golê.
Kiliçdaroglu paşê jî bi welatî û esnafên ku li wê derê bûn re sohbet kir û ji wê derê jî derbasî Xana Gumrukê bû û ji rojnamegeran re qala gera xwe kir. Kiliçdaroglu ragihand ku Riha bajarekî xweşe, xelkê wî mazûvane lê li bajar bêkarî, ceyran û sedemên ku ji ber sûriyeyiyan pêk tên dibin pirsgirêk.
Serokê CHPê diyar kir ku di rojên pêş me de ewê van meseleyên hanê bînin rojevê û der heqê îstifakirina misteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî nirxand.
Bendava hilbijartinê
Ji Kiliçdaroglu hat pirsîn ku "Pêvajoya Çareseriyê niha di kîjan astê de ye?" û wî jî got: "Ast di kîjan astî de ye, heke kesekî ku bizanibe bila ji me re jî bibêje û xeberê bide me. Lewra pirsgirêka me tuneye."
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku ew bi tu awayekî naxwazin li vî welatî xwîn birije û qala çareserkirina pirsgirêka Kurd kir û wiha pê de çû: "Em zanin ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd ji sindoq û demokrasiyê derbas dibe. Ji bo çareseriyê gava herî mezin û girîng daxistina bendava hilbijartinê ya ku ji sedî 10î pêk tê ye. Kesên ku sînorê ji sedî 10î anîne leşkerin. Yanî Kenan Evren û hevalên wî ne. Zagona Derbeyê ye. Ev zagon di çarçoveya demokrasiyê de divê bê guhertin. Me wek CHPyê ji bo ku ev bendav bikeve ji sedî 2-3yî qanûna pêşniyariyê dabû. heke pêk bê em ê pir kêfxweş bibin."