01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Ji bo Kordînatorê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Akîtê Hasan Karakayayê ku di serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a li Erebistana Siûdî da qrîza qelb derbas kir û mir, merasima ewil li rojnameya ku lê dixebitî, hat kirin.
Cinazeyê Karakaya bi wesaîta cinaze anîn ber avahiya Yenî Akîtê ya li Bagcilarê.
Di merasimê da piştî axaftinan Qur'ana Pîroz hat xwendin û ji bo Karakaya dia hat kirin.
Peyra cinazeyê Karakaya ji ber avahiya rojnameyê anîn Mizgefta Fatîhê. Serokomar Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutogluyê ku hatin mizgeftê serxweşî dan malbata Karakaya û beşdarî merasima nimêja cinazeyê Karakaya bûn.
Erdogan û Davutoglu heta wesaîta cinaze mil dan darbesta Karakaya.
Piştî nimêja cinaze ya li Mizgefta Fatîhê cinazeyê Karakaya birin Goristana Cangoriyan a Edirnekapiyê û li mezelê nêzî qebra Mehmet Akif Ersoy hat definkirin.
Di definkirina cinaze da Erdogan û Davutoglu jî xwelî avêtin ser mezelê Karakaya. Piştî definkirinê Qur'an hat xwendin û Erdogan jî ji Sûretê Beqereyê beşek xwend.
Wek mayîn Serokomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu çûn serdana mezelê Mehmet Akif Ersoy.