Civîna Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) a asayî ya li Kulliyeya Serokomariyê di saet 14.24an de dest pê kir. Di civînê de li ser geşedanên nav welêt û derveyî welêt sekinîn û civînê bi qasî 5 saet û nîvê berdewam kir.
Orgeneral Hulusî Akarê ku di civînên berê yên MGKyê de wekî Fermandarê Hêzên Bejahiyê cî girt, cara ewil wek Serokê Sererkaniyê beşdarî civînê bû. Arîkarên Serokwezîr Cevdet Yilmaz û Tugrul Turkeş, Wezîrê Karên Navxweyî Selamî Altinok û Wezîrê Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu cara ewil wekî endamê MGKyê tevî civînê bûn.
Fermandarê Hêzên Bejahiyê Orgeneral Salîh Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Hewayê Orgeneral Abîdîn Unal û Fermandarê Giştî yê Jendirmeyan Orgeneral Galîp Mendî jî cara ewil di civîna MGKyê de cî girtin.