Haydar Şahin
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
30 ciwanên ji welatên Ewropayê hatin Sêrtê li Tesîsa Fistiqan a Sêrtê geriyan.
Di çarçoveya projeya "Xweşbînî Bi Kişikê Tê Ba Hev" a Komeleya Sêrt Cedîdê bi "Bernameya Duherîna Civaniyê û Ciwanan a Erasmûsê ya Yekîtiya Ewropayê amade kirin da 30 ciwanên ji Îtalya, Xirwatistan, Îspanya, Romanya û herêmên Tirkiyeyê hatin Sêrtê li Navenda Ciwaniyê ya Bajêr beşdarî turnuvaya kişikê bûn.
Ciwan li tesîsa li ser 35 dolim erdî hatiye avakirin a li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Sêrtê geriyan. Ciwanan ji Erol Avciyê berpirsyarê Tesîsa Fistiqan a Sêrtê agahî sitandin û der heqê tevkariya ku tesîs dide hilberîna fistiqan da agahdar bûn.
Tibor Viskovîçê ji Romanyayê hat Sêrtê got ji ber ku li Tirkiyeyê hevaltiyên teze danî gelekî kêfxweş bû.