Sabri Yıldırım
27 Nîsan 2021•Rojanekirin: 01 Gulan 2021
Li Mûşê hin ciwanan li qundara Çiyayê Kurtikê yê li 2 hezar û 850 mêtro bilindahiyê ser naylonan xwe şiqitandin.
Seyfî Karakayayê bi hevalên xwe ra li Çiyayê Kurtikê bi naylonê xwe şiqitand diyar kir ku dawiya nîsanê hat ligel vê li herêmên bilind ên bajêr berf heye.
Karakaya destnîşan kir ku bi hevalan ra dema xwe derbas kirin û wiha pê da çû: "Li herêma Girê Çawîş hê 8 mêtro berf heye. Em jî bihevalan ra hatin vê derê û dema xwe derbas dikin. Me wêne kişandin. Ji bo me dem gelekî bi kêfxweşî derbas bû."
Hasan Kaçar jî got tevî hevalan ser naylonan xwe şiqitandin û bi berfê lîstin.