AĞRI
Walîtiya Agriyê, diyar kir ku di demên dawî de li herêma Çiyayê Agrî û Tendûrekê bûyerên terorî diqewimin, ji ber hindê herêm ji bo 15 rojan "Herêma Ewlekariya Leşkerî ya Berwext" hat îlankirin.
Di daxuyaniya nivîskî a walîtiyê de hat ragihandin ku li herêma Agrî û Tendûrekê di demên dawî de gelek bûyerên terorî qewimîn, ji ber vê yekê dê li herêmê operasyonên leşkerî bên kirin. Ji bo di operasyonan de zirar negihîje welatiyan, tewdîr hatin hildan. Herêm ji bo 15 rojan wek "Herêma Ewlekariya Leşkerî ya Berwext" hat îlankirin.