Haydar Şahin
16 Gulan 2020•Rojanekirin: 20 Gulan 2020
Simbilên li çil û çiyayên Îdirê vekirin dîmenên xweşik derxistin holê.
Bi germbûna hewayê berfa li Çiyayê Erez yê di navbera Îdir û Agiriyê da dest bi helînê kir.
Lûtkeya çiyê hê bi berf e, lêbelê ber bi bintara çiyê erd reş bû tebîet hat ser hemdê xwe û qad rengrengî bû.
Çiyayê Erez bi simbilên berfê xemilî
Erdê bi ava berfê va hêşin bû bi vekirina simbilên berfê yên nîşaneya biharê va reng rengî bû.
Simbilên li rexê avê vekirin dîmenên mîna kartpostalan derxistin holê.