AĞRI
Hat ragihandin ku çiyayên Agirî û Tendûrekê jî ber bûyerên terorî yên ku di demên dawîn de zêde bûn heta 15 rojan wek "herêma ewlehiyê ya eskerî ya berwext" hat îlankirin.
Walîtiya Agiriyê daxuyanî weşand û diyar kir ku ji ber êrîşên terorî û şer ên ku di demên dawîn de diqewimin dibe ku li çiyayê Agirî û Tendurekê operasyon bên kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo welatiyên ku wê biçin wan deran zirarê nebînin ew her du herêm îro jî di nav de heta 15 rojan wek herêma ewlehiyê ya berwext hat îlankirin.
Ji 3ê tebaxê vir ve ev cara sêyemîn e ku ev her du cih wek herêmên ewlehiyê tên îlankirin.