DIYARBAKIR
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, di terzîxaneyeke jinan de ku li ser Kolana Mamosteyan di binê avahiyekê de ye, ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn niqaş derket.
Niqaş di meke kurt de mezin bû û Selamettîn Ateşal (22) eql û hişên xwe winda kirin û gule barandin li ser diya xwe Bedîa Ateşal (50) û bavê xwe Alaattîn Ateşal (52).
Selamettîn Ateşal piştre çû kuafora jinan ya li kûçeya 702yemîn û gule barandin li ser xwîşka xwe Tevrat Ateşal (26) û paşê ji cihê bûyerê reviya.
Di êrîşê de dê û xwîşka wî li cihê bûyerê mirin, Alaattîn Ateşalê ku giran birîndar bû jî, ji bo tedawîkirinê rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Termên xwişk û dêya Ateşal ji bo otopsiyê rakirin Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Niha hêzên ewlekariyê hewl didin ku Selamettîn Ateşalê ku piştî bûyerê revî, bigirin.
Ji hêla din ve xizmên malbata Ateşal, êrîşê rojnamevanên ku hewl didan ji cihê bûyerê dîmenan bikêşin, kirin. Di erîşê de nûçegihanê AAyê Ganî Cîhan Eser jî hat derbkirin û kameraya wî şikest.