01 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2015
NEW YORK
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê alaya Filistînê ya ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat daliqandin de got: "Ya ku îro hat daliqandin bi tenê alaya Filistînê nîne, ya ku hat daliqandin rûmeta mirovahiyê ye. Alaya azadî, rûmet, îzet û şerefa mirovahiyê ye. Înşeallah Xwedê daliqandina wê alayê li Mescida Eqsayê û Qudsê jî bike nesîb."
Davutoglu daliqandina alaya Filistînê ya li NYê di bernameya zindî ya TRTê de nirxand û bi bîr xist ku di sala 2012an de dema Filistîn wek "dewleta neendam ya çavdêr" hat qebûlkirin ew li bal rayedarên Dewleta Filistînê bû û kêfxweşiya xwe bi wan re parve kir û wiha dewam kir: "Piştî axaftinê ez bi Ebas re hatim bal hev û me destê hev girt. Wî di rê de ji min re got 'Heke hûn nebûna ev merasim nedihat kirin, lewra dema ku her kesî berê xwe ji me dizivirand bi tenê hûn li bal me bûn.' Wê demê di 29ê sermaweza 2012an de tu kesî bawer nedikir ku wê ew biryar bê dayîn lê me bawer dikir. Em çûn bal hemû welatan û di vê mijarê de xebitîn, bi vê jî bi serfirazî bi ser ketin. Ji ber wê jî îro bi heman awayî ez jî wek Mehmûd Ebas kêf dikim. Di axaftina xwe de min jê re got bi îzna Xwedê ev ala wê li Mescida Eqsayê û Qudsê jî bê daliqandin û wê demê jî em ê bi hev re bin."
- "Daliqandina alayê ji bo gelê Filistînê bû hêvî"
Serokwezîr ji bo pirsa "Di pêşerojê de tiştên çawa li benda doza Filistînê ne?" de jî got ku li New Yorkê bi Serokê Dewleta Filistînê Ebas re jî hevdîtinek kir û wiha pê de çû: "Ji niha pê ve rêxistinên navneteweyî yên din jî di pêvajoya naskirina Filistînê de wê cih bigirin û li cem Tirkiye û Filistînê bin û nas bikin. Wî ji min piştgirî xwest û min jî jê re got li kê derê dibe bila be, di bin her şert û mercî de em li cem we ne. Ji niha şûn ve jî alaya Filistînê wê li rêxistinên navneteweyî yên din jî bê daliqandin."
Davutoglu bi taybetî li ser bûyerên ku li Mescida Eqsayê diqewimin sekinî û got: "Hûn wê zilm û zordariya ku li wê derê diqewime dibînin. Îro daliqandina alaya Filistînê ji bo gelê wê bû hêvî."