ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wê îro êvarê bi rûsipiyên xeyrîmisliman ra bê bal hev.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokwezîriyê, wê Serokwezîr Davutoglu îro êvarê di seet 20.00an da li Ankara Palastayê bi rûsipî û pêşengên ermenî, rûm, mûsewî, suryanî û keldaniyan ra bê bal hev. Hat destnîşankirin ku hin nûner, akademisyen û hunermend jî hatine vexwendin.
Di nav mêvanan da Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya AGOSê Yetvart Danzîkyan, hunermend Garo Mafyan, Weqfa Ermeniyan, Cimaeta Rûman a Îzmirê, Weqfa Ortodoksan a Rûman a Îskenderûnê, Weqfa Katolîkan a Suryaniyan, Weqfa Ortodoksan a Bûlgaran û gelek nûnerên xeyrîmislim hene.