21 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku li navçeya Wêranşarê, di dema derbasbûna wesayita zirxkirî ya polêsan da teqîn çêbû, polêsek şehid ket û 3 birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li Wêranşarê li ser rêya Şanliurfayê, dema derbasbûna wesayita zirxkirî ya polêsan da, terorîstan teqemeniya ku pêşi li rê veşartibûn, teqandin.
Hat ragihandin ku di bûyerê da polêsek şehid ket û 3 polês birîndar bûn. Tîmên servîsa acila 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyê.