ERMENEK
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk got: "Bi xebatkar, xwediyê kanê, saziyên civakî û piraniya şêniyên bajar bi awayekî eşkere dixwazin ku ev kan vekirî bimîne û neyê girtin. Wek ku em niha li Ermenekê jî dibînin ew bi qasî 50 kesî ne."
Çelîk der heqê hevoka xwe ya ku gotibû "dema ku em dixwazin kanan bigirin 50 kes nahêlin û astengiyê derdixin" de daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Çelîk destnîşan kir ew ji ber qezaya kana komirê ya li Ermenekê ku 18 xebatkar tê de asê man e pir xemgîn in û ji bo xelaskirina wan xebatkaran hemû saziyên dewletê hewl didin û wiha pê de çû: "Em hewl didin ku wan birayên xwe bi sax û silametî derxin û teslîmî malbatên wan bikin. Di vê mijarê de rast e, me xeber da, lê me çi xeberda? Dema parlementerên hevalên me yên ji CHPê hatin me li ser van mijaran me xeber da û hin nirxandin kirin. Me ji wan re jî got dema em dibêjin em van kanan bigirin malbat û xizmên wan dibêjin ji xeynî vê karekî ku em bikin tuneye û ji ber vê jî negirin."