Rojnamevan Onder Aytaç, ji ber ku li ser çapemeniya civakî heqaret li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir li Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya 16emîn a Ankarayê dihat darizandin. Dadgehê ji bo ku Onder Aytaç nehat û îfade neda der barê wî de biryara girtinê derxist.
Parêzerê Erdogan Bûrhanettîn Sevencan beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya 16emîn a Ankarayê bû. Sevencan diyar kir ku ji Aytaç gilîdar in û xwest ku der barê wî de biryara girtinê bê derxistin.
Dadgehê ji bo ku parastina wî bê sitandin biryar da ku der barê Aytaç de biryara girtinê bê derxistin.
Ji ber hinceta ku Aytaç di parvekirinên xwe yên li ser Twitterê de der barê Serokomar Erdogan de sûcê derew, îftira û heqaretê kiriye, der heqê Aytaç de doz hatibû vekirin.