01 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2015
ANTALYA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Yalçin Topçu got ku "Dewletê niha pişta rêxistina terorê ya dabeşker şikand, ango pişta mar şikand, dem hat ku serî û dûvê wê jî biperçiqînin. Ev jî dê di demeke kurt de bi vê biryardariya dewletê û baweriya gel bi cî bê."
Topçu daxuyaniyek da nûçegihana AAyê û got ku Xwedê rehma xwe li kesên ku di bûyerên terorê de cangorî bûn, bike û şifayê bide xaziyan.
Topçu bal kişand ku dê tu kes nekara ku kurd û tirkmenan berde hev û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Dijminê kurdan jî yê tirkmenan jî yê 75 milyonî rêxistina terorê ya dabeşker e û li pişt wê, yên ku piştgiriyê didinê kesên li Çanakkaleyê bûn. Duh li Çanakkaleyê li hemberî me kî hebe, di rastiya xwe de îro jî di şerê kurd û tirkmenan ê bi vê rêxistina terorê ya dabeşker re de, li pişt wê rêxistina terorê ya dabeşker hêzên wê rojê hene, divê em vê yekê wiha bizanin. Birayên me yên kurd haj bi vê yekê hene û di vê hişmendiyê de ne. Li herêmê bi tu awayî qebûlkirina rêxistina terorê ya dabeşker û piştgiriya wê tune. Dewletê niha pişta rêxistina terorê ya dabeşker şikand, ango pişta mar şikand, dem hat ku serî û dûvê wê jî biperçiqînin. Ev jî dê di demeke kurt de bi vê biryardariya dewletê û baweriya gel bi cî bê."
- Bûyerên terorê bandor li ser dahatên tûrîzmê nekir
Topçu destnîşan kir her çiqas bi rêxistina terorê ya dabeşker re têdikoşin jî di dahatên tûrîzmê de kêmbûn çênebû û wiha axivî: "Di civîna T-20ê de welatên din di mijara dahatên tûrîzmê de qala ji sedî 20î zêdetir kêmbûnê dikirin, lê kêmbûna Komara Tirkiyeyê ji vê mehê pê ve tenê ji hezarî 8 e. Ev jî bi qeyrana aboriyê ya li dinyayê û Rûsyayê re eleqedar e."
-"Çand û tûrîzm di nav hev de ne"
Topçu qal kir ku çand û tûrîzm her çiqas ji hev cuda xuya bikin jî di nav hev de ne û wiha axivî:
"Ji ber ku mirov bi wesîleya tûrîzmê firsendê dibînin ku çanda welatên ku diçinê nas bikin, wê bibînin û pê bihesin. Di vî warî de em divê nirxên xwe yên tûrîzm û çandê bikin marqeyeke dinyayê û pêşkêşî xizmeta mirovahiyê bikin. Em dema ku nirxên şaristaniya xwe pêşkêşî mirovan dikin û wê dikin marqe divê hemû bi hev re çi ji destê me bê em hewl bidin. Di vî warî de divê her mirovekî me yê li kolanan wekî qasidekî çandê tevbigere."