ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinçdi navbera Civîna Lijneya Wezîran a ku di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de li Avahiya Navend a Serokwezîriyê hat kirin de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Rojnamevanekî bi bîr xist ku Serokwezîr Davutoglu dawiya hefteyê beşdarî kongreyên bajêr ên AK Partiyê yên Diyarbekir û Batmanê bû pirsî ku "Gelo di civînê de der barê kongre û pêvajoya çareseriyê de tu nirxandin hatin kirin an na?" Arînç li ser vê pirsê wiha axivî: "Em bi hev re beşdarî kongreyan bibûn. Em zêdetir li serê nesekinîn. Birêz Serokwezîrê me di rastiya xwe de li Diyarbekir û Batmanê mijarên ku bingeha wan Pêvajoya Çareseriyê bûn, bi welatiyên me re par ve kirin. Ev jî bi saya çapemeniyê ragihandin li hemû Tirkiyeyê. Tu tiştê ku em lis er vê zêde bikin, tune."
Arinç got ku Pêvajoya Çareseriyê mijara hemû Tirkiyeyê û pirsgirêka hemû welatiyan e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em hemû dizanin ku hikûmeta me di vê mijarê de bi biryar e, bi israr û bi bawer e. Ez bi xwe hewce nabînim ku wan mijarên ku Birêz Serokwezîrê me wir gotin car din bibêjim."
-Deynên DEDAŞê
Rojnamevanekî pirsa "We got ku Wezîrê Vejenê pêşkêşiyek kir, Diyarbekir jî di nav de bi taybetî deynên gelek bajaran ên ku ji 255 milyonî zêdetir bûye, ji DEDAŞê re heye. Gelo we di vê mijarê de wek hikûmet tu biryar dan dê xebatek çawa bê kirin? Hin şaredarî di serî de Batman daxuyanî dan ku dê deynên xwe vesaz bikin lê şaredariyên din hêj tu daxuyanî nedane. Li gor raya giştî dê ev deyn neyên dayîn. Formuleke çawa tê fikirîn?" pirsî. Arinç vê pirsê wiha bersivand:
"Ne tenê îro ji berê ve der barê dayîn deynên av û cêyrane de pirsgirêk hene. Ev pirsgirêk car carna bi çareseriyên navber heta îro hatin helkirin.Em dizanin ku di vê mijarê de niyedên baş ên wezareta me û firmayên taybet û ku piştî taybetkirinê ev kar girtin ser milên xwe hene. Lê belê nayê fehmkirin ka sazî an jî şexsên ku xizmetekî bi kar tînin çima ev qas israr dikin ku bedêla wê nedin. Li hember vê rewşê jî bêguman divê derfetên qanûnî bên bikaranîn."
Arinç da zanîn ku li herêmê 255 milyon lîre deynên aidê abonetiya tîcarî, parzûnkirina avê, ava vexwrinê û avahiyên xizmetê yên aidê 6 şaredariyan heye û wiha axivî:
"Digel hemû hewldanên DEDAŞê dîsa ji bo dayîna van deynan tu pêşketin nehat bidestxistin. Li ser vê yekê DEDAŞê di 20ê kanûna paşîn a 2015an cêyrana şaredariyên ku deynê wan hene birî. Li ser vê yekê jî şaredariyan dest bi berxwedanê kirin. Mixabin ku tştên gelek nexweş hatin rojeva raya giştî. Niha ez dixwazim ku rewşa dawî ya ku îro Birêz Wezîrê me pêşkêş kir ji we re vebêjim: ango 255 trîlyon (milyon) deyn deynê şaredariyan e, li Diyarbekirê 87 milyon lîre deynê şaredariyan heye. Bi navbeynkariya walîtiyê rêyên dayîna van deynan digerin. Tabî ev deynê 87 milyon lîre û 151 hezar û 020 lîre wek Yenîşehîr, Sîlvan, Sûr, Kayapinar, Erxenî berdewam dike."
Arinç da zanîn Li Şanliûrfayê ji bo ku deynê bi qasî 76 milyon lîreyî bê dayîn hevdîtinên di navbera Şaredariya Mezin û Bankaya Îllerê de berdewam dikin û got ku "Em hêvî dikin ku bi erênî encam be. Şaredariya Şanliûrfayê bi niyedeke baş teahut da ku deynên xwe yên berê bide."
Arinç da zanîn ku 42 milyon lire deynê Şaredariya Mêrdînê jî heye û bi navbeynkariya Walîtiyê rêyên dayîna vê deynê digerin.
-"Ez spasiya Şaredariya Batmanê dikim"
Arinç destnîşan kir ku deynê Şaredariya Batmanê jî 22 milyon lîre ye û got ku di navbera Şaredariya Batmanê û Bankaya Îllerê de protokol hat kirin û wiha axivî: "Ez ji ber hesasiyeta ku nîşan da li hember we spasiya Şaredariya Batmanê dikim. Ev mijar di ziyareta me de hetibû rojevê. Wan got deynê me deyne û em dê vê deynê bidin. Ez hêvî dikim ku ji bo şaredariyên din bibe mînak."
Arinç qal kir ku deynê Şaredariya Sêrtê ji milyonekî zêdetir bû lê wan deynê xwe da û da zanîn ku li Şirnexê jî 25,7 milyon deynê şaredariyan hene û got "Lê teahuda dayînê hat sitandin û de vesazkirin çêbe. Şaredariya Şirnexê jî helwesteke erênî nîşan da."
Arinç agahiya "Ji bo niha cêyranên 6 bajarên di herêma DEDAŞê de yên ku deynê wan hene nayê birîn. Hevdîtinên j bo şaredariyên ku deynê wan hene berdewam dikin."
-"Tam nehatiye teyîtkirin"
Heman rojnamevanê nirxandinên der barê îdiayên dibêjin ku "DÎŞI ji Kobanêyê bi temamî hat derxistin" pirsî. Arinç li ser vê yekê got ku "Belê nûçe tên, ev hêj bi temamî nehatin teyîtkirin. Lê jixwe geşedanên dawîn nîşan didan ku berxwerdana DÎŞIyê şikestiye û DÎŞI Kobanêyê terk dike" û wiha axivî:
"Ez hêvîdar im ku rola erênî ya Tirkiyeyê ya di vê mijarê de ji bîr nekin. Ez hêvîdar im ku şûna ku wek 'Bijî Serok Obama' biqîrin hin kesên ku bi bîr bînin ka Tirkiyeyê çawa arîkariya kesên wir dijîn kir û piştgirî da wan. Helbet em her dem kêfxweş dibin ku rêxistinên terorê têk biçin, bi ser nekevin, ji hin cihan derkevin û bandora wan a li ser gelê bêguneh kêm bibe û ji holê rabin."