DIYARBAKIR
Li Yalazaya gundê Liceyê hat îdiakirin ku di avahiyekî de dê perwerdehiya bi kurdî bê dayîn û li ser vê jî Walîtiya Diyarbekirê şandeyek şand ku li avahiyê lêkolîn bikin.
Piştî encama lêkolînên şandeyê Walîtiya Diyarbekirê daxuyanî da û diyar kir li avahiya ku dibêjin dê perwerdehiya kurdî lê bê dayîn de tu nîşaneyeke dibistanê tuneye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê dema ku niha pêvajoya çareseriyê bibiryarî tê domandin de, kirin û nûçeyên wihayê yên bêbingeh zirarê dide aştî û aramiya gel û herî zêde jî bi kêrî wan kesên ku dixwazin li vê herêmê teror bidomînin tê. Gelê herêmê jî ji ber van nûçe û kirinên ku tên domandin bifikar e û van kirinan red dike."