Waliyê Çanakkaleyê Ahmet Çinar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di 18mîn Lîwaya Mekanîzmaya Piyadeya li ser Fermandariya Parleşkeriya 2yemîn a li Gelîbolûyê di dema perwerdehiyê de teqîn pêk hat.
Çinar destnîşan kir ku perwerdehî di danê şevê de li gor planekê dihat kirin û lê di guleya wek roketê ya tankê de arizeyek teknîkî pek hatiye, ji ber vê jî dema ku gule hatiye berdan 300 mîtro bi şûnde ketiye.
Walî der heqê bûyerê de agahî parve kir û wiha got: "Ji ber ku roketa tankê nêz ket 17 leşker birîndar bûn. Dibe ku perçeyên pir biçûk li personelan ketibin. Bi piranî dengê teqînê pir zêde li ser wan tesîr kiriye. Hemd ji Xwedê re leşkerên me niha baş in. Ji ber teqîneke ku bi şev qewimî birîndar bûn. Min bi fermandarê parleşkeriyê re xeberda. Wî jî got rewşa leşkeran baş e."