ANKARA
Şirketên sotemeniyê di bihayê bênzînê de 6-7 quriş erzanî çêkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt li Enqereyê lîtreya benzîna bi oktana 95an ku di navbera 4,46 û 4,47 lîtreyî de dihat firotin bi 4,39 û 4,41 lîreyî tê firotin. Li Stenbolê lîtreya benzîna bi oktana 95an ku di navbera 4,44 û 4,46 lîtreyî de dihat firotin bi 4,37 û 4,40 lîtreyî tê firotin, li Îzmirê jî lîtreya benzînê ji 4,47 û 4,48an daket 4,40 û 4,41 lîreyî. Bihayên benzînê li gor reqabet û piyaseyê li bajêran diguhere.