20 Sibat 2019•Rojanekirin: 21 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Dozger di doza êrîşa terorê ya PKKê ya ku piştî pêşbirka Beşîktaş-Bursasporê ya di 10ê kanûna pêşîn a 2016an de li Stenbolê hat lîstin li dora Vodafone Parkê kir û bû sedema mirina 39 jê mensûbên ewlehiyê 46 kesan û birîndarbûna 243 kesan de mitaleya xwe eşkere kir. Dozger xwest ku 5 bersûc bi cezayê hepsa muebed a ku 47 caran girankirî bên cezakirin.
Di rûniştina ku li Kampusa Saziya Ceza û Înfazê ya Sîlîvriyê ji aliyê Mehkemeya Cezaya Giran a 29emîn a Stenbolê ve hat lidarxistin de parastina hemû bersûcan hat sitandin.
Di rûniştinê de dozgerê komarê mitaleya xwe ya der barê esasê de ya ku ji 63 rûpelan pêk tê pêşkêşî mehkemeyê kir.
Di mitaleyê de hat xwestin ku 26 bersûc ji ber sûcê "xirakirina yekîtî û bihevrebûna dewletê" bi cezaya hepsê ya girankirî bê cezakirin, ji nav van bersûcan Tufan Beyhan, Mehmet Emîn Tora, Zozan Kutum, Gulşen Bahadir û Eren Îlhan ji ber mirina 39 jê mensûbên ewlehiyê 46 kesan hat xwestin ku ji ber sûcên "bi bombekirina plankirî kuştin" û "bi bombekirina plankirî ji ber peywira kamûyê ya ku şexsê bi cî dianî kuştin" bi cezaya hepsê ya muebed 46 caran girankirî bên cezakirin.