ANKARA
Piştî ku di kamûyê de qedexeya serîgirtinê rabû, li Konyayê di hin saziyên dewletê de hin xebatkaran sergirtî dest bi kar kir.
Nûnerê Memûr-Senê yê Bajêr Latîf Selvî li Midûriyeta Saziya Ewlehî û Civakî ya Konyayê daxuyanî da û got: "Di kamûyê de serbestiya ji bo serîgirtinê tiştekî dîrokî ye."
"Ji ber ku ez sergirtî nedihatim kar wijdana min ne rehet bû"
Xebatkara SGKyê Kubra Aydinê jî got: "Ez ji ber ku serê xwe dikarim li kar bigirim pir kêfxweş im. Ez bi salan e ku li benda vê guhertinê bûm. Ji bo vê guherandinê gelekî kêfxweş bûm. 20 sal e ku di kamûyê de dixebitim. Ji ber ku min serê xwe vedikir û dexebitîm gelekî aciz dibûm. Ji ber ku ez sergirtî nedihatim mesaiyê wijdana min ne rehet bû. Edî em ê bi rehetî bikaribin bixebitin."
Piştî ku rêzikname di Rojnameya Fermî de weşiya, mamoste jî êdî sergirtî dikevin dersan.
Mamosteyan ji bo vê guherandinê memnûniyeta xwe anîn ziman û gotin ku bi vê guherandinê pêşiya wan vebûye. Hin mamosteyan jî anî ziman ku beriya vê guherandinê yan serê xwe vedikirin an jî bi perûk diketin dersan. Ji ber vê sedemê jî ji bo vê guherandinê gelekî kêfxweş in.