Li gor agahiyan li Îslahiyeya navçeya Gazîentabê di konbajara ku sûrî lê dijîn de şewat derket û zarokekî yek salî di şewatê de mir.
Hat ragihandin ku şewat ji ber sedemeke hê nediyar derket. Tîm hatin û agir vemirandin, lê di şewatê de Hanîn Cumaya 1 salî mir.
Cinazeyê zarokê piştî lêkolîna dozgerê komarê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Îslahiyeyê.