Bi îdiaya ku Rêxistina Terorê ya Fetullahçiyan fînanse dikin li 23 şirketên Koza Îpek Holdîngê da lêgerînê dest pê kir.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna der barê Rêxistina Terorê ya Fetullahçiyan da bi îdiaya ku Rêxistina Terorê ya Fetullahçiyan fînanse dikin û propagandayê dikin li 23 şirketên Koza Îpek Holdîngê da lêgerîn dan destpêkirin.
Di lêgerînê da dest dan ser belge û kompîturên şirketan.
Tê îdiakirin ku Serokê Lijneya Rêvebiriya Koza Îpek Holdîngê Akin Îpek derketiye derveyî welêt.