Haydar Şahin
30 Nîsan 2019•Rojanekirin: 01 Gulan 2019
Li Şemzînana navçeya Hekariyê di biharê da jî xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya baregeha Fîdantepeyê ya li nêzî gundê Tekelliyê bênavber xebatên xwe didomînin.
Ekîbên bi makîneyan dixebitin ku berfa bi mêtroyan bilind bûye ji rê paqij bikin hin caran ji bo ku wesayîtên kar derbas bibin di nav berfê da tunelan vedikin.
Wesayîtên ji tunelan derbas dibin berfa di ser hev da ketiye bi kepçeyan diavêjin rexê rê.