09 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser têlefonê bi Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re xeberda.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokmariyê hat hildan, di hevdîtinê de li ser têkoşîna dijî terorê ya navneteweyî û geşedanên dawîn ên Sûriyeyê axivîn.
Serokê Federasyona Rûsyayê Pûtîn, ji bo eskerên li El Babê di qezayê de şehîd ketin, sersaxî da Serokomar Erdogan.
Her du serok li ser amadehiyên Konseya Hevkariyê ya Paye Bilind a Tirkiye-Rûsyayê ya wê li Rûsyayê bê kirin û mijarên rojane de fikr û ramanê xwe par ve kirin.