ANKARA
Di operasyonên li 5 bajaran hat lidarxistin de ji PKK, DAEŞ û DHKP-Cya ku rêxistinên terorê 35 kes hatin binçavkirin. Ji gumanbarên ku di 24-25ê mehê de hatibûn binçavkirin 16 hebên wan îro bi biryara dadgehê ve hatin girtin.
Li Elazigê di operasyona ku birin ser rêxistina PKK/KCKyê de Serokê Bajarê Elazigê BDPê yê berê Turan Çelîk jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
Ji 8 kesên binçavkirî 5ên wan jî hatin girtin.
- Erzirom
Di operasyonên ku li 5 navçe û seranserê Erziromê li dijî YDG/Hya şaxa ciwaniyê ya rêxistina PKKê hat birêvebirin de bi tevahî 48 kes hatin binçavkirin û kesên ku li Karayaziyê hatibûn binçavkirin 4 kesên wan hatin girtin.
- Bursa
Di operasyonên ku di 24-25ê mehê de li Bûrsayê li dijî YDG/Hya şaxa ciwaniyê ya rêxistina PKKê hat birêvebirin de 8 kes hatin binçavkirin û ji wan 6 kes ji bi biryara dadgehê ve hatin girtin. Li Bûrsayê bi tevahî 16 kes hatin binçavkirin û ji wan 14 kes hatin girtin.
- Malatya
Li Malatyayê jî di çarçoveya operasyonên li dijî rêxistina PKK û DHKP-Cyê ku li 10 navnîşanî bi hevdem hat lidarxistin de bi tevahî 8 kes hatin binçavkirin.
- Êrîşên li Wanê
Li Wanê rojek berê êrîşî wesayîta polêsan hat kirin û der heqê vê bûyerê de kesek hat binçavkirin. Di çarçoveya operasyona li dijî YDG/Hya şaxa ciwaniyê ya rêxistina PKKê hat lidarxistin de 10 kes hatibûn binçavkirin û ji wan kesek hat girtin.
- Mûş
Li Mûşê di çarçoveya operasyona li dijî YDG/Hya şaxa ciwaniyê ya rêxistina PKKê hat lidarxistin de jî 7 kes hatin binçavkirin.
Di operasyona li 3 bajaran ku navenda wê Konya bû û li dijî DAEŞê hat lidarxistin de jî 16 bersûcên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Di operasyona ku li Antalyayê li dijî rêxistina MLKPyê hat kirin de jî ji 14 kesên hatin binçvkirin 13 kesên wan bi hinceta "endamên rêxistina terorê ne" sewqî edliyeyê kirin.