Mümin Altaş
12 Hezîran 2022•Rojanekirin: 13 Hezîran 2022
Wezareta Karên Navxweyî ragihand, li çoltera Hekariyê 4 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di çarçoveya Operasyona Eren Abluka-2 da ya ku ji hêla yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyê û komandoyên cendirmeyê yên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeha Hekariyê hat lidarxistin da li çoltera Kavakliyê ya Hekariyê 4 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu jî di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da ragihand, terorîstên ku ciyên wan bi îstixbarat, drone û çavdêriyê va hatin tesbîtkirin, bi operasyona ku hêza asîmanî jî beşdar bû va hatin berterefkirin.