Sefa Şahin
03 Gulan 2022•Rojanekirin: 04 Gulan 2022
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, di Operasyona Pence-Kilîtê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin, Operasyona Pence-Kilîtê li gorî hatibû plankirin bi serkeftî dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku stargeh, şikeft û depoyên terorîstan bi topxaneyan tên lêdan û wiha hat gotin, "Li herêmê 2 terorîstên din jî hatin berterefkirin û bi vî awayî hejmara terorîstên berterefkirî derket 63yan."