04 Hezîran 2019•Rojanekirin: 05 Hezîran 2019
Li Xwakurka bakurê Iraqê di Operasyona Pencikê ya ku dewam dike da 6 terorîstên din jî hatin berterefkirin. Ji destpêka operasyonê heta niha hejmara terorîstên berterefkirî derket 34an.
Li gor agahdarkirina hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî, li Xwakurkê di Operasyona Pencikê ya ku bi serkeftî dewam dike da 6 terorîstên din jî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji destpêka operasyonê heta niha hejmara terorîstên berterefkirî derket 34an.
Li ser Avaşîn, Zap û Garayê operasyonên esmanî
Di operasyonên esmanî yên ku li bakurê Iraqê ser herêmên Avaşîn, Zap û Garayê hatin kirin da herî kêm 4 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahdarkirina hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî, li ser herêmên Avaşîn, Zap û Garayê operasyonên esmanî hatin kirin.
Di operasyonan da sitargeh û depoyên muhimatan ên terorîstên PKKyî hatin îmhekirin û herî kêm 4 terorîst hatin berterefkirin.