Hat ragihandin ku di operasyonên ku li Qendîl û Şirnexê hatin lidarxistin de 41 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî weşand û diyar kir ku li Qendîla Bakurê Iraqê û Ûlûdereya navçeya Şirnexê operasyonên hewayî hatin lidarxistin.
Di encama operasyonên ku 20 - 21ê tebaxê birin ser baregehên rêxistina terorê yên li bakurê Iraqê de li gor tespîtên ewil 29 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin û di operasyona ku di 21ê tebaxê li Ûlûdereya navçeya Şirnaxê hat lidarxistin de jî 12 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.
Ji hêla din ve endamên rêxistina terorê ji bakurê Iraqê êrîşî ekîbên ewlehiyê yên Herêma Girê Karaçaliya Ûlûdereyê kirin û çawişekî pisporê cendermeyan birîndar bû. Eskerên Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Yoldunduya Gewaşa navçeya Wanê jî li texma ku rê kontrol dikirin de rastî êrîşê hatin. Di êrîşê de wesayîta bombebarkirî hat teqandin û di encamê de binefserê cendermeyan û eskerek birîndar bûn û 2 gumanbar jî hatin binçavkirin.