HAKKARÎ
Walîtiya Hekkariyê daxuyanî da û diyar kir ku Veysel Î. û Mehmet Reşît Î. yê ku bi hêzên ewlekariyê re pevçûn û birîndar bûn li nexweşxaneyê mirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser xaçerêya Osloyê di saet 14.30an de komeke ku ji 150-160 kesî pêk dihat daxuyanî da çapemeniyê û îdia kirin ku hin kes zirarê didin gorisatana endamên PKKyê. Ji nav komê 25-30 kesên rûpêçayî bi molotof, teqemeniya bidestçêkirî û fişekên hewayî ve êrîşî hêzên ewlekariyê kirin.
Hat diyarkirin ku polêsan jî bi xaz û avê mudaxeleyî êrîşkaran kir û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Piştî bûyeran dest pê kir saetek bi şûnde çalakvanan bi 8-9 çekên lûledirêj gule barandin ser wesaîtên TOMAyê. Piştî xisareke mezsin dane TOMAyan tîmên taybet jî mecbûr man û bersiv dan. Li ser vê di nav bajêr de şerê biçek derket."
Di pevçûnê de Veysel Î. (34) û Mehmet Reşît Î.yê (32) ku bi hêzên ewlekariyê re pevçûn birîndar bûn û li nexweşxaneyê can dan.