27 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
ŞIRNAK
Hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonên ku li Cizîra navçeya Şirnexê dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê birêve dibin de gelek teqemeniyên ku kiribûn poşêtên çopê yên li serê logoya Şaredariya Cizîrê ya destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de ye hene, qefaltin.
Li Cizîra navçeya Şirnexê di 14ê kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û ji wê rojê heta niha ji bo barîkat bên rakirin, hendek bên girtin û navçe ji mensûbên PKKyê bên paqijkirin operasyonên ku dest pê kiribûn hê jî didomin.
Hat ragihandin ku hêzên polês û eskeran bi hevdu re beşdarî operasyonan dibin û niha jî Kûçeya Kûramî û texma çemê Basîskiyê ji endamên rêxistinê paqij kirine.
Di çem de cesedê terorîstan û çek û cebilxaneyên ku li pey xwe hiştibûn hatin qefaltin. Hêzên ewlehiyê di Kuçeya Kuştepeyê de bi endamên rêxistinê re şer kirin û piştî demekê ketin mizgefta ku terorîstan wek baregeh bikardianîn. Li navçeyê heta niha 855 teqemeniyên bidestçêkirî ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin îmhakirin û wisa tê texmînkirin ku ew teqemenî di malên ku rêxistin ji xwe re wek kozik bi kar tîne de hatine amadekirin.
Hat dîtin ku piraniya teqemeniyên hatin bidestxistin jî di hundirê poşêtên çopê yên ku logoya Şaredariya Cizîrê li ser hene de, hatin qefaltin.
Wisa tê texmînkirin teqemeniyên bidestçêkirî ji bo ku nêm negirin bi poşêtan ve tên nixûmandin.
- "Kozikên xwe vala nehêlin, li bombeyên xwe xwedî derbikevin"
Di operasyonên ku li navçeyê hatin lidarxistin de heta niha 454 endamên rêxistinê hatin kuştin. Hat îdiakirin ku kesên dixwazin ji rêxistinê birevin û xwe xilas bikin ji hêla endamên rêxistinê ve tên înfazkirin.
Endamên rêxistinê ji bo ku pêşî li revê bigirin di têlsizan de hişyarî didin û dibêjin: "Kozikên xwe vala nehêlin, li bombeyên xwe xwedî derbikevin"
Li navçeyê xebatên ku ji bo dîtin û îmhakirina teqemeniyan tê kirin bi kontrol dewam dike.