Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrewaniyê Lutfî Elvan li Ermenekê der barê qezaya kelekê ya li Stenbolê de daxuyanî da rojnamevanan. Elvan destnîşan kir ku hejmara kesên di kelekê de hê nehatiye tesbitkirin û wiha got: "Li gor agahiyên rêwiyên ku sax xelas bûne, dibêjin di kelekê de bi texmînî 43 rêwî hebûn."
Elvan wiha axivî: "Ji 43 kesan 3 kes xebatkarên kelekê ne û yên mayîn jî piraniya wan efgan in. Ji ser 9 kesan pasaporta Efganistanê derket. Li gor texmînan yên din jî efgan in. Heta niha 20 kes mirine û 6 kes jî sax hatin xilaskirin. Ji bo yên mayîn jî xebat berdewam dikin."
Kesên ku birîndar hatin xelaskirin li nexweşxaneyên li Okmeydani, Sariyer û Îstinyeyê tên dermankirin.
Li Stenbolê kelekeke ku tê îdiakirin kesên qaçax dibirin, di behrê de binav bûbû.
Piştî qezayê xebatên xelaskirinê dewam dikin.