MALATYA
Li Akçadaga navçeya Malatyayê otobêsa rêwiyan û kefçe li hev qelibîn û otobês wergeriya, li gor agahiyên ewil di qezayê de 20 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan otobêsa bi plakeya 62 AL 510 ji Îzmirê derketibû rê û ber bi Tûnceliyê ve diçû li ser rêya Kayserî-Malatyayê li texma Dezgeha Xurekê ya Sûltansûyûyê li kefçeya ku ji rêya hember ve dihat xist.
Di qezayê de otobês wergeriya û nêzî 70 metreyî bi rê de kaş bû. Li gor agahiyên ewil di qezayê de 20 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar ji bo tedawî û dermankirinê bi ambûlansan ve rakirin nexweşxaneyên bajêr.