ARDAHAN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Erdexanê di bernameya "Serokomar bi gel ra tê bal hev" da axivî û wiha got: "Dibêjin 'Heger Erdogan roja yekşemê ya ku dixwaze bi dest bixe, ew ê neyê zeftê'. Li rewşê binihêrin. Qesta wan Erdogan e, di rastiyê da qesta Tirkiyeyê dikin."
- "Em ê bi hev ra li sindoqan xwedî derkevin"
Erdogan bangî hemû hilbijêran kir ku di hilbijartinê da ray bidin û wiha got: "Birayên min, em ê bi hev ra herin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin. Em ê tirsê bitirsînin, tirs tuneye. Rihê ku Xwedê daye Xwedê distîne. Divê îradeya me ya demokrasiyê li qeyd û bendan nekeve. Em baş bizanibin ku sibê dafika wan xera dibe. Hûn ê vê lîstikê xera bikin."
- "Dixwazin gel li derva bihêlin"
Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku hin kom beriya hilbijartinê ji bo ku rê li ber Tirkiyeyê bigirin hatine cem hev û wiha got: "Derdê wan ê demokrasî, mafên mirovan, pêşketina û pêşvaçûna Tirkiyeyê tuneye. Dixwazin gel li derva bihêlin. Naxwazin gel qedera welêt tayîn bike. Tirkiyeyeke bi îstiqrar û ewle naxwazin. Ji ber vê Tirkiyeya berê dixwazin. Pensilvanya, Qendîl, lobiya ermeniyan û çiqas neyarên Tirkiyeyê û rêxistin hene piştgiriya wan dikin. Bala xwe bidinê heman tiştî dibêjin, heman gefan dixwin û bi heman awayî tevdigerin. Yên ku nikarin ji bo gel bên bal hev, ji bo rê li ber Tirkiyeya nû bigirin tên bal hev û ketin milê hev."
Serokomar di axaftina xwe da wiha dewam kir: "
Dibêjin 'Heger Erdogan roja yekşemê ya ku dixwaze bi dest bixe, ew ê neyê zeftê'. Li rewşê binihêrin. Qesta wan Erdogan e, di rastiyê da qesta Tirkiyeyê dikin."