Komîseriya Payebilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (KPPNY), di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 70 hezar sûriyîyî yên ku ji ber êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) reviyan xwe spartin Tirkiyeyê.
KPPNYê destnîşan kir ku ji roja îniyê heta niha ji herêma Kobenêyê ya Sûriyeyê 70 hezar kes ji Sûrûça navçeya Rihayê derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin di rojên pêş me de dibe ku bi sed hezaran sûriyî derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin ji bo vê jî KPPNY û Tirkiye bi hev re amadehiyê dikin.
KPPNYê di daxuyaniya xwe ya ku roja îniyê dabû de jî ji ber ku welatiyên Sûriyî yên li ber sînorê xwe mexdûr nekir û wan ezimand,Tirkiye pîroz kiribû.