Di meclisê de vê hefteyê karê ewil hevdîtinên li ser "Pakêta Pêvajoya Çareseriyê" ne. Pakêta Pêşnûmaya Zagonê ya ji bo ku teror biqede û civak li hev rûnê" di Komîsyona Karên Navxweyî ya TBMMyê de hatibû qebûlkirin û ji 6 bendan pêk tê.
Li gor pêşnûmayê Lijneya Wezîran tê wezîfedarkirin ku der barê pêvajoya çareseriyê de biryarên hewcedar bide. Hikûmet ji bo ku mensûbên rêxistinê yên ku çekê datînin, vegerin malên xwe û tevî jiyana sosyal bibin dê tevdîrên hewcedar bibîne.
Kesên ku wezîfe ji wan re hat dayîn dê ji aliyê hiqûq, îdarî an jî cezayê ve berpirsiyar nebin. Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de xebatên ku dê bên kirin, ji aliyê Misteşariya Sazûmanî û Ewlehiya Qamûyê ve tê kordînekirin û rêvebirin.
Ji bilî vê mijarê di komîsyona Plan û Butçeyê de hevdîtinên der heq pêşnûmaya Somayê de dê bidome.