26 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
ANTALYA
Endamên Platforma Alîkariya Bêmalan ya Antalya ku li ser medyaya civakî hevdîtine, ev 2 sal e, li bajêr xwarinê li bêmalên derdora nexweşxane, otogar û goristanan belav dikin.
Endamên platformê ku xwedî pîşeyên cûrbicûr in, xwarin û şorbeyên ku di mala xwe da dipijînin, di êvarên zivistanên sar da, li cih û di demên diyarkirî da, li bêmalan belav dikin.
Yek ji endamê platformê bi navê Umut Araz, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan da, anî ziman ku li Antalyayê 50 bêmal hene û ev kes li cihên weke rawestgeh û binê piran jiyana xwe derbas dikin.
Araz destnîşan kir ku bi mebesta "ka em şorbeyekê bidin bêmalan" gihiştine hev û got, "Ev 2 sal e, me tişteke nedîtî li vê derê kir. Me ji nav wan dost ji xwe ra çêkirin. Lê ev çareseriyên demkî ne. Em weke çend kesên xwebexş, heger em bêjin 'êdî em vî karî nakin' wê hevalên me dîsa bê xwedî bimînin. Di rastî da tiştê ku em dikin, ne hewqas mezin e. Lê em weke wezîfeyekê dibînin. Em li derdên wan guhdarî dikin, em cil û dermanan ji wan ra peyda dikin. Di heman demê da em daxwaza alîkariyê ji saziyên fermî jî dikin. Heta nuha me serdana gelek saziyan kir. Me go 'çareyekê ji bêmalan ra bibînin'. Me mînakên weke Bursa û Enqereyê nişanî wan dan ku pansiyonên bêmalan li wan deran hene. Li Sêwasê jî heye. Pêwîst nake em projeyên nû darêjin, ji xwe mînak hene. Mijara bêmalan mijareke gelek giring e, hema wisa tenê bi xwebexşiyê nabe."
"Em daxwaza çareseriyeke mayînde dikin"
Yek ji bêmalan bi navê Mustafa Koşar anî ziman ku platform nêzîka 2 salan e, alîkariya wan dike û got, "Her êvar dev ji karûbarê xwe berdidin û bi me ve dilebikin. Em daxwaza çareseriyeke mayînde li Walîtiya Antalyayê û ji rayedaran dikin."