Önder Beyter
01 Sibat 2021•Rojanekirin: 02 Sibat 2021
Kura dolar a ku bi polîtîkaya tund a pere ya Banqeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) ya dijî enflasyonê û peywendiyên bihêz ên Serokê TCMByê Naci Agbal va ber bi xwarê fetilî, daket binê 7,20î û ji Tebaxa 2020î vir va berjêrî asta herî nizim bû.
Bi saya polîtîkayên ortodoks ên vê axiriyê yên TCMByê û kredîbîlîteya wê ya ku zêde dibe û her wisa bi saya peywendiyên bihêz ên Serokê TCMByê Naci Agbal va kura dolar a ber şikestinê hêdî hêdî diedile.
Hefteya borî, berî pêşkêşiya Rapora Enflasyonê ya ji hêla Agbal va dolar/TLyê ku di asta 7,43yan da bû, piştî pêşkêşiyê daket û hefte bi 7,3179an temam kir.
Dolar/TLyê ku bi şikestinê va dest bi hefteya nû kir, daket asta herî nizim a ji 1989 û 7ê Tebaxa 2020î û her wisa ji saet 14.00an pê va li gorî îniya derbasbûyî ji sedî 1,6 kêm bû û li ser asta 7,2020î edilî. Di heman kêliyê da ewro/TL ji sedî 2,1 şikest bû 8,6960, sterlin/TL jî ji sedî 1,5 şikest û bû 9,8750.