DIYARBAKIR
Darizandina Fermandarê Tûgaya Komandoyê ya 2emîn yê berê yê Boluyê Tuggeneralê teqawîd Yavûz Erturk dest pê kir. Doz der barê 11 gundiyên, 20 sal berê li navçeya Qulpa Diyarbekirê hatin kuştin de ye.
Xizm û malbatên ku di bûyeran de hatibûn kuştin, beşdarî rûniştinê bûn. Rûniştin li Dadgeha 7emîn Cezayê Giran ya Diyarbekirê ye. Bersûc Yavûz Erturk, beşdarî rûniştinê nebû.
Lijneya Dadgehê, îfadeyên kesên ku 20 sal berê eqrebayên wan di bûyerê de mirin, standin. Mizbah Akdenîzê ku di bûyeran de bavê wî mir, wiha îfade da: "Di wê heyamê de leşkeran bi hinceta ku bavê min herêmê baş dinase, tevî 100 kesên din birin herêma operasyon lê dihat kirin."
Akdenîz got ku leşkeran beriya operasyonê xwestiye ku gundî, gund vala bikin. Akdenîz wiha dewam kir: "Leşkeran got bi fermana Tûggeneral Yavûz Erturk zozanê we wek herêma qedexe hatiye îlankirin. Heywan û malê xwe hildin û gund vala bikin. Gund dê bê şewitandin. Roja duyemîn me mal û milkê xwe di cih de hişt û me herêma Şenyaylayê vala kir. Em tevî gundî û heywanên xwe ref bi ref ketin rê. Dema ku em ji bo bêhnvedanê sekînîn, ez pêhesiyam ku bavê min bi me re nîne. Lewra leşkeran bavê min û 100 gundî bi hinceta ku herêmê baş dinasin, digel xwe birin herêma qedexe. Heta sibehê em li hêviya wan sekinîn, lê venegeriyan."
Akdenîz bi bîr xist ku roja operasyon bi dawî bû, di TRTê de xebera şehîd ketina bavê wî Bahtîyar Aydin hat weşandin û wiha dewam kir: "Dema min nûçe temaşe dikirin, min kumê ku min ji Elezîzê, ji bo bavê xwe kiribû, dît. Li ser vê ez çûm dozgeriyê. Min got bavê min jî hatiye kuştin. Dozger dîmenên hatin weşandin sê caran xwast, lê tu caran ew dîmen ji dozger re nehatin şandin. Di dawiyê de dozger der heqê dîmenan de ji min re got ku 'banda dîmenan diryaye.'
Akdenîz, got ku wî Tûggeneral Yavûz Erturk piştî bûyeran du caran dît û wiha dewam kir: "Ez çûm Tûgaya Boluyê. Min xwast ku ez fermandar bibînim. Wezîfedarekî xeber da fermandar, fermandar bi zimanekî tund di têlefonê de xwast ku min ji qereqolê derxînin. Dema ez ji qereqolê derdiketin, Erturk hat. Pêsîra min girt, gef li min xwarin û got ku 'Hûn tev terorîst in. Dema daristan disoje, tiştên li wê derê jî disojin. Jixwe hûn jî di nav vê şewata daristanê de dê bisojin.'
Akdenîz diyar kir ku Erturk li Dozgeriya Komarê ya Enqerê dît û wiha got: "Erturk destên xwe dane pişta xwe û got 'Tu kes nikare min bidarizîne û ez îfadeyê nadim tu kesî.' Piştî operasyonan gundên me hatin şewitandin. Li serê operasyonan jî Erturk hebû. Ez jê gilîdar im. Ez dixwazim ciza bixwe."
-"Mirov digot qey PKK û leşkeran li hev kirine"
Serokê dadgehê ji Akdenîz pirsî ku 'Li herêma Şenyaylayê berpirsiyarê herêmê yê PKKê Şemdîn Sakik û endamên rêxistinê hebûn an na?' Akdenîz wiha bersiv da: "Li herêmê daristan hebû. PKK û Şemdîn Sakik li wir bûn. Şemdîn bavê min nas dikir û jê alîkarî dixwast. Bi şev PKKyeyî di ser gund de digirtin û bi darê zorê ji gundiyan erzaq distandin. Bi roj jî leşkar dihatin û digotin we çima dayê. Cihê ku em lê dijiyan jî dema operasyonan wek herêma qedexe hat îlankirin."
Mexdurê bûyerê Sabrî Avarê Qulpî jî got ku di bûyeran de du bira û lawekî wî kuştine û wiha dewam kir: "Piştî bûyeran me 10 salan nekarî em biçin gund. Piştî ku qedexeya li ser gundan rabû em vegeriyan. Li cihê bûyerê me hestî, cil û bergên kesên hatin kuştin dîtin. Me ji dozger xwast ku bê li cihê bûyerê lêkolînê bike. Lê qebûl nekir."
Dadgehê, ji bo îfadeyên kesên di bûyeran de malbat û eqrebayên wan hatin kuştin bistîne, rûniştin taloqî roja îniyê kir.