Daîreya Cezayê ya 5emîn a Dadgeha Bilind biryar da ku dosyeya doza Yasîn Boru û 3 hevalên wî yên ku di bûyerên 6 û 7ê cotmehê de hatibûn kuştin bişîne Dadgeha Cezayê ya Giran a Enqereyê.
Dadgeha Cezaya Giran a 5 emîn a Diyarbekirê ji ber hinceta ewlehiyê serî lê dabû ku doza kuştina Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgoz û birîndar Yusuf Er li bajarekî din bê dîtin.
Walîtiya Diyarbekirê û Serdozgeriya Komarê ev serîlêdan nirxandin. Wezîfedarên Walitiyê gotin ku dibe ku dema doz bê dîtin çalakî çêbibe û niha jî li bajêr tevlihevî heye, ji ber ewlehiyê heke doz li bajarekî din bê dîtin wê baştir be.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê jî ji ber heman hincetê daxwaz kir ku doz bê neqlkirin.
Ev daxwaz şandin Wezareta Dadê û di encamê de Daîreya Cezayê ya 5emîn a Dadgeha Bilind biryar da ku dosyeya dozê neqlî Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê bibe.
- Îdianame
Di îdianameyê de hatibû gotin ku Boru, Dakak, Guneş, û Gokgoz di êrîşê de hatiye kuştin û Er jî birîndar bûye. Jê 26 girtî, der barê 34 bersûcan de ji ber sûcê "bi hovane û ezîyet kişandinê ve kuştin" 4 sal û ji ber îdiaya "yêkîtiya dewletê û welêt xirabkirinê" jî salek, bi giştî pênc caran cezayê hepsê ya muebbetê ya giran hatibû xwestin.