30 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
ANKARA / HELEB
Hêzên Asmanî yên DYAyê, li ser xeta Azez-Cerablusê ku dikeve bakurê Helebê, herêma ku PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê dixwaze ber pê va biçe, bombebaran dike.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, balafirên cengê yên DYAyê duh şevê dî bi berdewamî Menbic bordûman kirin. Êrîşên asmanî yên ku pêrê dest pê kirin derdora navçeyê 25 carî hate bombardûmankirin. Çavkaniyan destnîşan kir ku herêma Metahinan û bajarokê Hefsê bûne armanca bombebarînê.
- Hevkariya rejima Esed û PYDê
Tê zanîn ku hêzên rejimê û PYD li gelek cihên li bakurê Sûriyeyê hevkariyê dikin. Rejim û PYD, herweku wîlayeta Hesekê bi hev ra rêvedibin. PYD bacê dide rejimê û rejim jî saziyên xwe yên fermî rêve dibe. Memûrên rejimê herweke berî 2011an di karên xwe da berdewam in.
Herwiha bi mebesta pêşrewiya PYDê li bakurê Helebê li ser xeta Azez-Cerablusê, li Efrînê odeyeke operasyona hevbeş ya rejim û PYDê heye. Li gorî peymanekê ku di sala 2015an li Hesekê hatibû îmzakirin, rejim li Şêx Meqsûd û Efrînê muhîmmat û perwerdeyê dide hêzên YPGê.
- Amadekariya PYDê ji bo operasyona Munbicê
Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku êrîşên asmanî bi mebesta ku PYD ber bi bajarê Cerablusa di destê DAEŞê da li rojavayê Feratê bikeve pêşrewiyê, tên kirin. Alîkariya vê pêşrewiyê jî bi mebesta amadekariya "operasyona Munbicê" tên kirin.
Munbic nêzîka 40 kîlometroyî dûrî bajarê Cerablusa ser sînorê Tirkiyeyê ye.
Heger rêxistin bigihe armanca xwe û kembera serweriyê wê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê bigihije hemberî navçeya Reyhanliya Hataya Tirkiyeyê û têkiliya Heleb û Tirkiyeyê ji hev bibire.