WASHINGTON
Rêveberiya DYAyê daxuyand ku ew nafikirin li Tehrana paytexta Îranê sefareta xwe vekin.
Kîrby di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên der heqê vebûna Sefareta Îngîltereyê ya Tehranê da.
Kîrby bal kişand ku di mijara danîna pêwendiyên dîplomatîk ên ji nû ve dewlet serbixwe ne û wiha xeberda, "Li ser vê xalê Îngîltereyê sefareta xwe careke din vekir. Lêbelê wekî DYA niyeta me tune ku em vî (vekirina sefaretê) bikin. Ya ku em dixwazin bibînin ew e ku piştî ku ambargo hat rakirin, beriya ku Îran yek qurişekî bistîne, divê bi peymanê ve girêdayî bimîne. Xala ku aniha em girîng dibînin, ev e."
Kîrby destnîşan kir ku rêveberiya Tehranê piştgiriyê dide terorê û li herêmê hin çalakiyên wan ên din jî hene û wiha dewam kir: "Helbet em nikarin li hemberê van çavên xwe bigirin. Lêbelê di warê danîna pêwendiyên dîplomatîk de herdu welat dikarin bi awayekî serbixwe qirarê bidin. Divê em jî li hemberê vê biryara azad a welatên din rêza xwe nîşan bidin."
Britanyayê piştî 4 salan duhê sefareta xwe ya Tehranê vekiribû.