WASHINGTON
Qesra Sipî diyar kir ku koma îstixbarata DYAyê mirina Mela Omerê serokê Talibanê piştrast dike.
Qesra Sipî piştî ku îstixbarata Efxanistanê eşkere kir ku Mela Omer ji vir 2 sal berê miriye daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "koma îstixbarata DYAyê mirina Mela Omerê serokê berê yê Talibana Efxanistanê piştrast dike", sedema mirina Mela Omer hê tam nayê zanîn lêbelê ev rewş ji bo Efxanistana ku bi salan e lê şer dewam dike firsenda pêkanîna ewlehiyê ye û îmkanek e.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku sala par Eşref Xenî wek serok hat hilbijartin û wiha hat gotin: "Serokê DYAyê Barack Obama, bi berpirsiyarî şerê Efxanistanê yê ku di dîroka DYAyê da şerê herî dirêj e dawî kir. Lêbelê Efxanistan hê ciyekî xeternak e. Bûyerên bi xûn dibin sedema mirina gel û pêşî li aştiya Efxanistanê dibirin."
Di daxuyaniyê da hat diryarkirin ku di vê dema hesas da biryara ku Taliban bide dibe ku şer bide dewam dikirin dibe ku bibe sedema aştiyê û wiha hat gotin: "Em bangî Talibanê dikin bira guh bidin peyama aştî û lihevkirinê ya Serok Xenî. Em û mitefîkên me yên navneteweyî em ê piştevaniya ku didin Serok Xenî bidomînin."