22 Sibat 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2016
WASHINGTON
Nifûs, Koç û Buroya Koçê ya Wezareta Karên Derva ya DYAyê ji ber ked û xebata wan a seba penaberên ji Sûriyeyê piştgirî da Kilîsê ku bibe namzedê Xelata Aşitiyê ya Nobelê.
Nifûs, Koç û Buroya Koçê ya Wezareta Karên Derva ya DYAyê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi ser nava "Bajarekî tirkan ê ku seba penaberên ji Sûriyeyê gelek tişt kir, amade ye ji bo namzediya xelata Aşitiyê ya Nobelê" makaleyek belav kir û destnîşan kir ku ji ber ked û xebata xwe Kilîs amade ye ku bibe namzedê Nobelê.
Di makaleya Richard Hall a ku li ser malpera Radyoya Gel a Navneteweyî ku li DYAyê weşanê dike, belav bû da pesna Kilîsê hat dayîn ku ji bo penaberên ji Sûriyeyê gelek tişt kir.
Di makaleyê da behsa wê mijarê hat kirin ku li Kilîsê nifûsê sûriyeyiyan ji yê tirkan derbas bûye û gihaştiye 120 hezarî û wiha hat gotin, "Kurtedemek berê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Ayhan Sefer daxuyand ku divê Kilîs bibe namzedê xelata Aşitiyê ya Nobelê. Di vê xalê da birêz Sefer mafdar e."
Nifûs, Koç û Buroya Koçê ya Wezareta Karên Derva ya DYAyê ya ku makaleya Hall li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir, li DYAyê di qada xwe da girîngtirîn dezgeheke fermî ye.