DIYARBAKIR
Di çarçoveya vîzyona Tirkiyeyê ya 2023an de li giştiyê welêt 6 milyon û nîv avahî dê ji nû ve bên çêkirin. Her wiha veguherîna bajarvaniyê dê here serî.
Midurê Giştî yê Avahîsaziyê yê Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê Kasim Kayihan, bi munasebeta "Sempozyûma Avahîsazî û Venêrînê ya 3yemîn" hat Diyarbekirê û veguherîna bajarvaniyê ji nûçegihanê AAyê re nirxand.
Kayihan ragihand ku piştî erdhejên Kocaelî û Duzceyê yên ku di sala 1999an de qewimîn, welatî pêhesiyan ka afat çi ye û niha dixwazin di avahiyên qahîm de runên.
Kayihan got: "Ji bo ku avahî qahîm bin û di afatan de dilê Tirkiyê nesoje ya hewce em dikin. Em dixwazin malên me qahîm bin û di erdhejeke din de ewqas welatiyên me nemirin. Ji bo vê jî di çarçoveya vîzyona Tirkiyeyê ya 2023an de li giştiyê welêt 6 milyon û nîv avahî dê ji nû ve bên çêkirin. Her wiha veguherîna bajarvaniyê dê here serî."