ŞANLIURFA
DÎŞI ji bo ku li Kobanêyê deriyê sînor bi dest bixe êrîşên xwe yên li ser rojava û navenda bajêr zêde kir.
Şerê ku di navbera milîtanên DÎŞIyê û komên kurdan de li rojava û navenda Kobanêyê dewam dike û giran bû.
Şerê di navbera her du aliyan de ji şev heta destê sibê dewam kir. DÎŞI ji bo ku li Kobanêyê deriyê sînor bi dest bixe êrîşên xwe yên li ser rojava û navenda bajêr zêde kir. Li girê Til Şeîra ku bi destê balafirên hêzên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê de hat bombekirin deng û his tune.
Dûyê ku ji herêmê radibe li Sirûca navçeya Rihayê tê dîtin.
Balafirên hêzên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê de firînên kefşê dikin.